Êrîşa Sîsirkan bo ser pajarên parêzgeha Îlamê

15:13 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimara çend rojane û bi gerimbûna seqayê li bajarên Dêhluran û Mêhran,hejimarek berçav “Sîsirkan”êrişî ser bajarên “Mêhran û Dêhluran”ê li parêzgeha Îlamê kirine.

Heyamê çend rojane ku hejimarek berçav zor Sîsirkan li welatê Îraqê rû li bajarên parêzgeha Îlamê kirine û xelkê tûşî kêşe û pirsgirêkan rûbirû kirine.

Yek ji karnasên “Cir û Caniwer nasînê” bilav kir,Sîsirkên han hilgirê Vayros û Bakteriyanin ku ew yek jî gefê li jiyana xelkê dike û egera tûşbûn bi nesaxiyên wek :Zikçûnê heye.

Karnasê han bilav kir ku bi liberçav girtina rewşa xirab ya Seqayê û xurt bûna ba,li bajarên Mêhran û Dêhluranê, nikarin jehrê dinava kolanan de bilav kin û metirsî bo ser jiyana welatiyan heye.

Mehdî Şebanî bilav kir, seva gerimbûna Seqayê û hebûna zibil û pîsahiya zaf dinava kolan û şeqamên û nebûna çavdêriya pêwîst, roj li pey rojê ew Sîsirkane zêde dibin.
\"13940.jpg\"

\"13941.jpg\"

\"13941.jpg\"