Êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baregehên PDKÎ di civîna Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY de hate baskirin

16:06 - 15 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Civaka Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê- “Geneva”, di 39`mîn, civîna Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY de, êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên PDKÎ, şermezar kir.

Civaka Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê- “Geneva”, di 39.mîn civîna Saziya Şêvra Mafê Mirovan, ji Saziya NY û civaka navdewletî daxwaz kir da ku derheq bombebarankirina binke û baregehên PDKÎ ya ji aliyê Spaha Pasdaran ve, helwêst hebe.

Teymûr Elyasî, nûnerê Şêvra Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê li “Geneva”ê, di vê civînê de bi şermezarkirina bombebarana mûşekî ya, binke û baregehên PDKÎ ji aliyê Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê ve , ev yek binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî û konvansiyona “Geneva”ê da zanîn.

Herwisa nûnerê Şêvra Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê- “Geneva”, ji saziya NY daxwazkir da ku pêşî ji kiryarên hovane yên Hikûmeta Îranê bigire.

Roja 17`ê Xermananê, (12`ê Îlonê), binke û baregehên PDKÎ yên li bajarê Koyê, di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine bombebarankirin, û di encama vê bombebaranê de jî, 15 kadr û pêşmergeyên Hizba Demokrat canê xwe ji dest dan û 40 kesên din jî birîndar bûn.