Êrîşa hêzên leşkerî ên Hikûmta Îranê ser gundê “Nê” a Merîwanê

16:21 - 22 Adar 2018
Ajansa Kudpa: Hevwelatiyên gundê “Nê” a bajarê Merîwanê, ji ber nêzîkbûna Newrozê û destpêkirina sala nû a Kurdî, mijûlî amadekariyan ji bo lidarxistina rêûresma Newrozê bûn, lê mixabin ew ji aliyê hêzên Întizamî û leşkerî yên Hikûmeta Îranê ve, rastî astengan hatin û pêşî ji wan hate giritin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, êvara roja Sêşemî 29`ê Reşemehê, hêzên leşkerî û Întizamî yên Hikûmeta Îslamî a Îranê, êrîşî ser gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê kirin, û pêşî ji birêveçûna merasima cejna Newrozê di wî gundî de girtin.

Çavkaniyeke haydar di wî derheqê de ji “Ajansa Kurdpa”yê, re ragehandiye ku: Di encama êrîşa hêzên întizamî û leşkerî yên Hikûmetê bo ser gundê Nê de, şer û pevçûn di navbera hêzên Hikûmetî û xelkên wî gundî de derket.

Li gora gotina wê çavkaniyê, di şer û pevçûnên ku di navbera hêzên Hikûmetî û xelkên wî gundî de derketiye, hêzên hikûmetî teqeyên hewayî kirine û herwisa gaza rondikrêj jî bi kar anîne, û êlêktirîka wî gundî jî qut kirine.

Ew çavkanî didomîne û dibêje ku, hevwelatiyên gundê “Nê” ji bo birêvebirina cejna Newrozê, hemû amadekarî encam dabûn, lê mixabin hêzên Hikûmetî bûne sedema alozkirina ewlehî û aramiya xelkên wî gundî.

Herwisa spêdeya roja din, 1`ê Xaklêweyê, hêzên Hikûmetî dîsan êrîşî ser gundê Nê kirin, û dest bi teqekirin û reşandina gaza rundikrêj kirin, herwisa çend camên(şûşeeyên) malekî şikandin, û çend zarok jî bi sebeba reşandina gaza rondikrêj birîndar bûn.

Nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, bas ji vê dike ku, sê hevwelatiyên xelkê gundê “Nê” yên bi navên, “Hemîd”, “Mihemed”, û “Mehmûd” hatine binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhastine.

Her di vê derheqê de, Mamosta û pêşnmêjê gundê “Nê” di bangewazekê de, ji xelkê wî gundî daxwaz kiriye da ku berevaniyê ji xwe bikin, û ew êrîşa hêzên hikûmetê wekî destdirêjiya li ser namûsa wan daye zanîn.