Êrîşa hêzên hikûmetî, bû sedema jiyan jidestdana kasibkarekî kurd

22:18 - 22 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê bajarê Şinoyê, bi sebeba vê ku hêzên leşkerî yên hikûmetê ketibûne pey wî, ew rastî bûyera hatûçûnê hat, û canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 1`ê Banemerê, kasibkarê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê, “Mihemedriza Îsmaîlzade” bi sebeba ku hêzên leşkerî yên Hikûmetê, ketibûne pey wî, navbirî rastî bûyera hatûçûnê dibe û jiyana xwe ji dest dide.

Her di vê pêwendiyê de, di çend rojên derbazbûyî de jî, di encama danîna boseyê (Kemînê) ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve li ser rê, û teqekirina li kasibkarên Kurd di devera Pîranşarê de, di encamê de tirombêla vî kasibkarê Kurd ji ber teqeya hêzên hikûmetî agir digire, û bi tewahî di nav agir de dişevite.

Hêzên hikûmetê bi gumana hilgirtina kelûpelên qaçax tirombêla wî kasibkarê Kurd dabûne ber gulleyan.

Navendên hikûmetî digel kolber û kasibkaran di Kurdistana Rojhilat de, li jêr navê qaçaxçîtiyê reftara tund dikin, û eva di demekê de ye ku xelkên Kurdistana Îranê, bi sebeba nebûna derfetên kar û rewanebûna ewlehiyê ji bo wan deveran ji aliyê hikûmetê ve, bi neçarî dest bi vê pîşeya metirsîdar a kolberiyê dikin û her di vê pêwendiyê de jî gellek kolberan di vê rê de jiyana xwe ji dest didin.