Êrîşa girûpeke nenaskirî bo ser Spaha Pasdaran ya Îranê

22:32 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran di bilindahiyên çiyayên Şaho de, rastî êrîşa girûpeke çekdar a nenaskirî hat.

Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, ya ser bi “PDKΔ di vê derheqê de daxuyaniyek belav kiriye ku: “Roja Şemî 23`ê Pûşpera 1397`an, hêzên Spaha Pasdaran di dema meşê di bilindahiyên çiyayên Şaho de, rastî êrîşa girûpeke çekdar ya nenaskirî hatine, û di encamê d jî, du kes ji hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin, û çend kesên din jî yên endamên Spaha Pasdaranê jî birîndar bûne.

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di vê daxuyaniyê de dibêje ku: “Spaha Pasdaran cihê şer bi dijwarî topbaran dike”.

Ji aliyekî din ve, pêwendiyên “Biryargeha Eşref” ya hêza bejahî ya Spaha Pasdaranê jî ragehandiye ku: “Di encama hatina girûpeke terorîstî ya dijî hikûmetê bo devera sînorî ya bajarê “Nodşe” ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, ku ji bo encamdana karê xirab û dijî ewlehiya hikûmetê bo aliyê Îranê, ev girûpa ji aliyê hêzên “Biryargeha Necef” ya hêza bejahî ya Spaha Pasdaran, êrîşî ser wan hate kirin, û her hemû ji nav çûne”.

Biryargeha Necef a Eşref di daxuyaniya xwe de dibêje ku: “Di vê şer û pevçûnê de 3 kes ji endamên vê girûpê hatine kuştin û kesekî din jî bi dijwarî birîndar bûye, û herwisa di vî şerî de yek ji endamên xwechî yên besîc jî hatiye kuştin”.

Vê biryargehê gef li partiyên Kurd yên dijî Hikûmeta Îranê xweriye û gotiye ku: “Hêzên bejahî yên Spaha Pasdaran û hêzên ewlehî yên din yên di deverê de li hemberî hemû girûpên dijminên hikûmetê kar dikin, û herwisa ji bo her cure bersivdana manhorên girûpên dijî hikûmetê û dijî van amade ne”.