Êrîşa çekdarî li ser pasek Îranî li Tirkiyê de gorî li pey xwe anîn

16:37 - 8 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Pasek Îranî ya hilgirê rêviyan li nav xaka Tirkiyê de ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşê hat û li encamp de kesekê jiyana ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibêdeya roja Înê, 7 ê Tebaxa 2015an, pasek Îranî ya hilgirê musafir û rêwiyan li parêzgeha Wan a Tirkiyê de ji aliyê çend çekdarên nenas ve kete ber êrîşê û yek ji ajotvanên pasê, jiyana xwe ji dest daye.

Li vê derheqê de nûçegihaniyên navxweyî ên Îranê belav kirine ku ew tirombêla han ji sînorê Bazerganê be derbasî xaka Tirkiyê bûye û li devera “Bayezîd” rastî gulereşandinê hatiye.

Husên Qasimî, Serkunsolê Îranê li Erzromê de bas ji vê kir ku li encama êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û çar kesên din jî birîndar bûne.

Qasimî bas ji şevitandina du tirombêlên din jî kiriye.

Heya belavbûna vê nûçeyê tu kes yan aliyeê berpirsatiya vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.

Çend rojan berî niha jî şemendefirek barî ku kala ji Tehranê ve bo Tirkiyê vediguhastin, li nav Tirkiyê de êriş li ser hat kirin û li ser riya wê bomba hat teqandin.

Piştî vê bûyerê hikûmeta Îranê sînorê bejayî ê xwe bi hinceta nebûna ewlehiyê bi Tirkiyê re daxist.