Erênî kirina hukmê bi sêdaredana girtiyik siyasiyê Kurd li Seqiz

13:27 - 17 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasiyê Kurd ji xelkê dewera Seqiz, paşî erênî kirina hukmê bi sêdaredana wî ji aliyê dadgeha bilinda welat de, bi midê 9 rojane man ji xwarinê girtiye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Mistefa Selîmî, bi nîşandeka protesto kirina erênî kirina hukmê sêdaredana vî, roja 18ê Xakelêwe li girtîgeha sêntrala Seqiz de, man girtina xwe ragihandibû û li 9imîn roja mangirtina vî de, raguhastiyê nawa soyîta naw girtîgehê kirine.

Tê gotin: rewşa tendurustiya vî girtiyê siyasî, zor xirabe û ev welatiyê girtî, tûşî çend nexweşiyên dem dirêj bûye û serwey hindê ku bi dom daxwaza çareseriya midîsîn kiriye, lê heya niha ji aliyê deshilatdarên naw girtîgehê de rêgirî jê hatiye kirinê.

Li vê barê de, nûçe gihaniya rêxirava mafê mirovê Kurdistan(RMMK) ragihandibû; Mistefa Selîmî, he niha tûşî hejmarik nexweşiyan mîna: enfeksiyona her 2 gurçikan, pişt êş, çok êş û pirsgirêka dîtinê bûye û berpirsên girtîgehê, derfeta çareseriya duxtoriyê pênadin û bi cê dermanên midîsîn, hebên êş kêmkeran didin vî.

Mistefa Selîmî, kurê Ewdila, ji xelkê gundê Îlo li dewera Tilekoya Seqizê ye û li kutayiya sala 1382 de bi tometa alîkarî tev partiyik ya Kurdên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, hatibû girtinê.

Ev girtiyê siyasî, ji aliyê dezgehên dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de bi tawana” Hewldan dijî asayişa netewî” û “şer tev Xwedê(Miharibe)”, hukmê bi sêdaredanê jêre birîn.

Ew welatiyê Kurd, midê 2 sal pêş nihade ser protesto kirina pêşgirî kirin ji dana wan xwarinên ku li bûfa girtîgehê bo xwe dikirî, ji aliyê garda girtîgeha Seqizê de ketibû ber lêdan û kutanê û paşî xistibûne oda teke kesî de.