Erdxgan û Gûl li Newrozê dibin mêvanê BDP`ê
13:46 - 16 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: BDP`ê biryar daye ku serokomar Ebdula Gûl û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan vexwîne Newroza Amedê.
Her weha BDP`ê zêdetir li 2 hezar kesî bo beşdarbûna li ahengên Newrozê vexwendiye û ji wan hejmarek parlemanterên welatan û kesên dîplomasî û serokên partiyên siyasî û balyozên çendîn welat jî di navde hene.
Partiya Aştî û Demokrasiyê wek salên berê jî her yek li serkirdeyên Kurd yên Kurdistana Êraqê wek Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwendiye, lê belê ji ber ku Serokomarê Êraqê û sekreterê Giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisdtanê Mam Celal bo çareseriya bijîşkî li Almanyayê ye û nikare amade bibe, BDP`ê serkirdeyên YNK`ê yên din ku bi nûnertiya Mam Celal beşdarî ahengê bibin hatine vexwendin. PUKmedia
Jêder/Rojnameya Milliyet