Erdoxan basê hunermend Şivan Perwer û Ehmed Kaya kir

13:28 - 6 Adar 2013
Ajansa Kurdpa:Receb Teyîb Erdoxan Serokwezîrê Turkiyê , di civina Koma AK Partîyê li Parlimana Turkiyê de basê hunermend Şivan Perwer û Ehmedt Kaya kir.


Erdoxan base vê yekê kir ku hunermend Şivan Perwer bi zorî ji welatê xwe hatiye derxistin û ev belaya ku li Ehmed Kaya hat kirin, tu caran nayên ji bîr kirin.

Serokwezîr  zilma ku li hunermendan hatiye kirin anî rojevê û got  “Hunermend ronahiya civakê ne. Li vî welatî gelek zilm û niheqê li hunermendan hate kirin.

Erdoxan ji bo Müslüm Gürses(Baba) ji Xwedê rehmet xwast û diyar kir ku Baba deng û avaza vî gelî bû.