Erdhejik bi hêz, şarê Îlamê hejand

21:58 - 18 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: Erd hejik bi hêz li parêzgeha Îlam, bi taybet li dewera Abdanan de, hejmarik zor kuştîû birîndar jêket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; saet 07:02 sibêzûya îro, erd hejik bi hêza 6.1 Riştêr li 3Km bexşa Mûrmûrî, 36Km Mûsiyan û 41Km Dêhloran, li parêzgeha Îlam de hate pê.

Tundîû hêza vê erd hejê ku li binka erd hej nasiya USA de, 6.3 Rîştêr, hatiye ragihandin, li astik de bûye ku li parêzgehên Kirmanşan û Loristanê de jî hatiye seh kirin.

Bi gotina berpirsê rêxirava emergensî, nêzî 60 kes li bexşa Mûrmûrî de birîndar bûne, li rewşik ku serekaniyên dewerî, jimara birîndaran 83 kes ragihandine.

Her li vê barê de, raportêrê Kurdpa ji zimanê karbidestik yê nexweşxana Abdanan de ragihandiye; li sedem vê qewimiyê de, 3 kes canê xwe ji dest dane û nêzî 400 kes jî birîndar bûne.

Ew hejmar ji qurbaniyan, heya weşana vê nûçe, hatiye ragihandin
Gorekî analîz û pivan, zêdetir ji %80 xanîber û cê welatiyan li Mûrmûriya Abdanan, tûşî xisar bûne.

Bexşa Mûrmûrî li başûrê parêzgeha Îlamê deye û pitir ji 3,400 kes, xulyaqet heye.

Li vê barê de, gorekî ragihandinên hukûmî, asta germiya hewa 50c ye, qut bûna ava wexwarin û hatin girtina rêkan, wisa kiriye ku alîkarî bi rewşa pêwîst, nayên kirin û lêqewimiyên erd hejêû birîndar, li bin xêvetan de cî girtine û pêwîstî bi xizmetdana zûkayî hene.

Nûçe gihaniya IRNA, basa hindê jî kiriye ku, xelkêşarê Abdanan û gundên ser bi bexşa Mûrmûrî, li rewşik xirab dene û ji tirsa ducare bûna erd hejê, li xiyavan û parkan de dimînin.

Ji sibêzûya îro heya pêş niroyê de, ji 3 caran pitir, parêzgeha Îlam, tûşî erdhejên paşîn bûne û li sedem berpaniya xisaran, statîstîkên serast ser gurbaniyên vê hatî pêyê, ber dest de çinine.
\"21571.jpg\"

\"21572.jpg\"

\"21573.jpg\"

\"21574.jpg\"

\"21575.jpg\"

\"21576.jpg\"

\"21577.jpg\"

\"21578.jpg\"

\"21579.jpg\"

\"21586.jpg\"

\"21581.jpg\"

\"21582.jpg\"

\"21583.jpg\"

\"21584.jpg\"

\"21585.jpg\"