Erdheja Merîwanê zirara malî û birîndarbûna 4 welatiyan li pey xwe anî

13:00 - 7 Nîsan 2021

Şeva derbasbûyî demjimêr 7:42 xulekan bi dema Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema erdhejeke 5.3 a pileya rîxterî, çar welatî yên xelkê bajarê Merîwanê birîndar bûn.

Ew erdhej, li sînorê di navbera Îran û Îraqê, li 25 kîlometriya bajarê Merîwanê û li kûrahiya 10 kîlometriya zeviyê rû dabû, ku di vê rûdawê de çar welatî yên xelkê bajarê Merîwanê di dema derkevtin li malê birîndar bûne .

Birêveberê Giştî yê Krîzên parêzgeha Sinê ragehand: “Di wê erdhejê de çendîn avahî yên welatiyan li gundên bexşa “Xaw” û “Mîrava” yê bajarê Merîwanê zirar ber ketine.

Heya niha berpirsên hikûmetê, rêjeya zirar berketiyên avahiyên welatiyan ranegihandine.