Erdeşîr Kamkar li bajarê Seqizê konserekî lidar dixe

19:40 - 5 Kanûna Paşîn 2016
Kurdpa: Di doma çalakiyên hunerî ên girûpa hunerî ya Kamkaran, rojên 20 û 21 vê heyvê wate Befranbarê, Erdeşîr Kamkar, wê konserekî mozîkê li bajarê Seqizê lidar bixe.

Ligorî nûçey gehiştî destê malpera Kurdpa yê, piştî vê ku di sala derbazbûyî de pêşwaziyek bê mînak li bajarê Seqizê ji konsera muzîk yê “Bîjen Kamkar” hatî kirin, vê carê Erdeşîr Kamkar yê mamostayê Kemançeyê tevî girûpa xwe, biryar dan ku li bajarê Seqizê konserekê lidar bixin.

Konsera navbir wê li Salona Ferheng a bajarê Seqizê û bi her du zimanê Farsî û Kurdî were pêşkêşkirin.

Qirar e ku “Wehîd Tac” çend Tesnîfan ji helbestên “Mowlana” û “Hişmet Recebzade” jî hinek sitranên Kurdî ên filkilor bi devokên Soranî û Lorî û kelhorî pêşkêş bike ku, karê awazdanan û rêkxistina wan, ji aliyê Erdeşîr Kamkar ve hatiye encamdan.

Lêxerên muzîkê di vê konserê de pêk tên ji, Erdeşîr Kamkar û Ferec Elîpûr Kemançe, Kambîz Genceyî Tonbek, Se’îd Mohemedî û Tergol Mohemedî Ud, Qasim Rehîmzade û Neyrîz Kamkar Tar û Siyaweş Kamkar jî Sentûr.