Enstîtuya Ehmedê Xanî li Urmiyê navên kurdî bo zarokan hildibijêre

13:42 - 2 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Li gor agahdariya ku Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Urmiyê belav kiriye, daxwaz tê kirin malbatên parêzgeha Urmiyê ku dixwazin navên kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin, ew amade ne hêsankariyên qanûnî û hiqûqî ji wan re bikin.
Li gor rapora Kurdpayê,Agahdarî bo hemû rûniştevanên parêzgeha Urmiyê hatiye belavkirin û tê xwestin ji bo ku hêsankariya qanûnî ji aliyê wan bên encamdan bona hilbijartina navên kurdî bo zarokan, ew amade ne alîkarîkarî û hêsankariyê bikin bo malbatan û pêwîste malbat serdana vê saziya sivîl bikin.
Enstîtuya Ehmedê Xanî radigehîne ku bi şandina nameyekê bo rêveberiya giştî ya tomarkirina parêzgehê, dixwazin alîkariya malbatên kurd bikin bo hilbijartina navên kurdî bo zarokan.

Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Urmiyê destnîşan dike ku bona vê yekê hemû hevwelatiyên rûniştevanên parêzgeha Urmiyê dikarin serdana vê saziyê bikin li Urmiyê.