Enîstîtûya Kurdî Li Stokholmê 6 Pirtûkên Nû Dan Çapkirin

15:33 - 3 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Enîstîtûya Kurdî li Stokholmê wek her sal jimareyek pirtûk çap kirin ku 3 ji wan pirtûkan bi diyalekta Kurmanciya jorîn û 2 ji wan bi kurmanciya jêrîn û 1 ji wan bi her du diyalektan hatiye çapkirin.
Li gor ew nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, her bi vê hincetê biryar ew Enîstîtûya Kurdî Stokholmê rêûresmek bo nasandina van pirtûkan pêk bîne.
Biyar e di vê rêûresmê de 4 kes ji nivîskarên pirtûkan ku li Swêdê dijîn pirtûkên xwe bidin nasandin lê 2 kesên din ji ber ku li wî welatî jiyan nakin nikarin di rêûresêmê de beşdar bin.
Hesen Cudî pirtûka bi navê dîrokek ji agir nivîsandiye, Serkan Birusk wergêrana pirtûka welatê Êware kiriye, Kawe Emîn pirtûka Wêje û Edeba Kurdî nivîsandiye û herwiha B. Welatvan pirtûka Bavo Bûye Bostan nivîsandiye. Bo ewê ku bikarin zaniyariyên zêdetir di vê derbarê de bi dest bixin biryar e roje şemiya pêşîn semînarek ji bo nasandina pirtûkan di navenda Esnîstîtûya han de were pêkanîn.