ENFALA KURDÊN “ÊRAQ”Ê LI PARLIMANA “SÛED”Ê HATE BER BAHSÊ

15:07 - 10 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Partiyên siaysiye Sûedê her Sal bahsek girîn ji Cîhanê li parlemênta wî welatî tînin rojevê ku Îsal jî bahsa Enfala Kurdên Êraqê dikeve holê.

Pêka rapora malpera “mall” Partiya Kesk a Sûedê di serdana xwe ji Kurdistana Êraqê de bahsa viya kiribû ku lêkolînên seva enfala Kurdan dikin û wê ew bas li parlemênta Sûedê bê kirin.

Ji alî din ve “Walter Met, endamê Komîteya Pêweniyên parlemênta Sûedê daxuyand: Enfal ji kurdên kurdistan û Ewrûpayê re gelek girîng e û seva wê çendê jî, wê ew bahs bikeve hola Parlemênta wî welatî.

Cabir Emîn, parlemantarek din ê Parlemênta Sûedê her wisa got: Enfala Kurdan bi destên Seddam, gelek girîng e û divê bahsa Mafê xweseriyê jî ji Kurdan re bê rojevandin.