Endamên Şêvra Mehabadê jî hevşêweya şêvra Şînavê dev ji kar berdan
15:08 - 2 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Du kes ji endamên Şêvra bajarê Mehabadê bi sedema kêşe û dubendiyan ve, nameya îstifaya xwe pêşkeşî nawendên têkildar kirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kamran Elîzade, Azer û Seyîd Resûl Nebewî ji endamên hilbijartî ên şêvra bajarê Mehabadê devjikarberdana xwe ragihandin.
Çavkaniyek haydar da zanîn ku nameya îstifaya van şêvran ji aliyê nawendên têkildar ve nehatiye pejirandin.
Çavkaniyê herweha da zanîn ku du kes li ser daxwaziyên xwe pêdagir in û amade nebûn biçine ser karê xwe.
Tê gotin ku Seyîd Resûl Nebewî ku berpirsatiya komîteya Ferhengî ya bajar li stû bû, ji ber likaravêtina wî li wê postê de, dev ji kar berda.
Îstifaya ew du endamên şêvra bajarê Mehabadê reaksiyonên cuda li pey xwe re anîne, bi awayekê ku îdare û nawendên hikûmetî li Mehabadê de devjikar berdana wan du kesan ret dikin.
Seyîd Resûl Nebewî karnasê bilind yê birêveberî û berpirsê komîsyona çandî li gera 4mîn a şêvra Mehabadê ye. Herweha Kamran Elîzade jî duktora li Umran û şarsaziyê de heye.
Beşek ji bajarên Kurdistana Îranê piştî gera ٤mîn ya hilbijartina şêvran li sala ١٣٩٢an de bi pirsgirêk û kirîzan berbirû bûne.
Bajarên weke Bokan, Bane, Pawe, Ruwanser, Ciwanro û Mehabad ji van bajaran in ku serperestê şêvran bo cara çendemîn hatine guhertin.
Li hefteyên derbasbûyî de jî endamên şêvra bajaroka Şînavê li Pîranşehrê de bi kom dev ji kar berdan.