Endamên leşên 4 welatiyên xelkê bajarê Makoyê li nexweşxaneyek Turkiyê hatin dizîn

14:19 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Endamên leşê malbatek Kurd ya xelkê bajarê Makuyê li nexweşxaneyek welatê Turkiyê hatin dizîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha 4 endamên malbatek Kurd yên xelkê gundê “Haco”ya ser bi bajarê Makoyê binavên Hetem, Osman, Husên û Mihemed li welatê Turkiyê li bûyereke hatûçonê de canê xwe li dest dan.

Malbata wan 4 welatiyên qurbanî li dema wergirtina termên xizim û kes û karên xwe li sînorê Îranê, zanîne ku endamên leşên wan kesan wek:Goçîlk,Cerg, Dil û ..hdw li nexweşxaneyek Turkiyê de hatine dizîn.

Karê han bûye sebebê nerazîbûna Malabta wan 4 Kurdên Makoyê û her seva vê yekê sikala li ser dewleta Turkiyê tomar kirine, lê heya niha Komara Îslamiya Îranê çi helwêstek ji xwe nîşan nedaye.