Endamên Laşê Ciwanek Kurd Ji 6 Niyazmendan Re Hat Bexşîn
12:17 - 8 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li ser rezamendiya malbata ciwanek Kirmaşanî, endamên laşê wî ji 6 niyazmendan re hat bexşîn.
Mêhran Xanpûr, ciwanê 20 salî û akinciyê bajarê Kirmaşanê bi sedema bûyera hatin û çûnê tûşî sekteya mejî hatibû û li encam de malbata wî, endamên laşên wî bexşîn 6 kesên nexweş ên hewcemend.
Zanîngeha Zanista Pijişjî ya Kirmaşanê belav kir, endamê laşê wî ciwanê weke, Dil, gurçîle û... ji bo nexweşên bajarê Tehranê, Reşt, Geçsaran û Kazrûn hat bexşîn.