Endamên heyeta birêveberiya Newrozê a “Tengîserê” hatin vexandin

15:25 - 22 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Endamên heyeta birêveberiya Newrozê a gundê “Tengîserê”, ji aliyê îdareya îtila`ata bajarê Sine, hatine gazîkirin.

Li gorî rapora gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê,roja borî 1`ê Xaklêweyê, îdareya îtila`ata bajarê Sine, endmên heyeta birêveberiya rêûresima Newrozê a gundê “Tengîrserê” hatine gazîkirine û gef ji van xwerine.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re, ragehandiye ku, îdareya îtila`ata bajarê Sine, endamên heyeta birêveberiya merasima Newrozê a gundê “Tengîser”, yên bi navên “Mîzam Îbrahîmî, Teymûr Ajdax, Azad Veiyîsî, Xerîb Qadirî, Jiyan Mîrî û Ferheng Eyûzî” bo vê navenda hikûmetî hatine vexwandine.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, hêzên îtila`atê, ji endamên heyeta birêveberiya rêûresima Newrozê ya gundê, “Tengîserê” re ragehandine ku, di wî gundi de nabe, rêûresma Newrozê bê lidarixistin, û herwisa ev daxwazkariya ji aliyê heyeta birêveberiya rêûresima Newrozê ya vî gundî hatiye retkirin.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, hêzên îtila`atê piştî demjmêrekê lêpirsîn, li endamên heyeta birêveberiya Newrozê a gundê “Tengîserê”, gef ji wan xwerine ku, hekî bi her awayî di vê derheqê de çalakiyan encambidin, wê digel yasayên dadgehê rûbirû bin.

Ji aliyekî din ve, çend rojan berî niha, îdareya îtila`ata bajarê Sine, sê hevwelatiyên xelkê gundê “Tengîser” yên bi navên “Ferheng Eyûzî, Mislêm Se`îdpûr û Muhsên Muradî” bo vê îdareyî vexwandine, û gef ji wan xwerine ku, nabe bi tu awayî rêûresma Newrozê birêvebibin.

rêûresma Newrozê hemû salê, li gundê “Tengîserê birêve diçe, û yek ji mezintirîn rêûrsmên Newrozê yên li Kurdistanê tê hesabkirin û piraniya xelkê deverên Kurdistanê jî, di vê rêûresmê de beşdar dibin.