Endamekî xwecihî ê Spaha Pasdaran li Sewllawa bi gulleyên kesên nenas hate kuştin

23:26 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran li bajarê Sewllawa bi gulleyên kesên nenas hate kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemiyê 23`ê Pûşperê endamekî mêjîn ê Spaha Pasdaran bi navê Erkan Qedîmî xelkê gundê Guşxanî a ser bi bexşa navendî (merkezî) ya bajarê Sewllawa li parêzgeha Sine ji aliyê girûpeke çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li ghora gotina çavkaniyeke agehdar, yek ji endamên xwecihî ên Spaha Pasdaran li gundê Guşxanî bi navê Mihemed Elî Fethî jî, ji tirsê vê girûpa çekdar reviya ye, û vê girûpa çekdar jî mala wî şewitandiye.

Şeva Çarşemiyê 20`ê Pûşperê bû ku Husên Şiwankare jî, ku yek ji wezîfedarên Îtila`at a Spaha Pasdaran, ya hikûmeta Îranê bû, li bajarê Pîranşarê hate kuştin.

“Bazên Zagrosê” bi belavkirina vê nûçeyê berpirsyariya kuştina vî endamê Spaha Pasdaran girtiye stûyê xwe.