Endamekî Spaha Pasdaran li Sewlava hate kuştin

20:01 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Endamekî Spaha Pasdaran li şer û pevçûn li bajarê sewlava hate kuştin.

Roja Înê 4`ê Gelawêjê, pêwendiyên giştî ya Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran, bi belavkirina daxûyaniyekê basa kuştina endamekî Spaha Pasdaran ê bi navê “Seyîd Hadî Ucaq” kir.

Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran ragihandiye ku, ew endamê Spaha Pasdaran li zozanê “Jonîn a Delemerz” a girêdayê bajarê Sewlava, li şer û pevçûnekê, digel yek ji hêzên Kurd ê dijî hikûmeta Îranê, hatiye kuştin.

Herwisa Biryargeha Hemze di wê daxûyanê de belavkiriye ku, “Seyîd Hadî Ucaq” di wê şerê de hatiye birîndarkirin û li dema veguhastin bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest daye.