Endamekî Spaha Pasdaran di Pîranşarê de hate kuştin

14:03 - 17 Nîsan 2021

Roja Înê 27`ê Xakelêwe, “Osman Hacî Husênî” endamê Spaha Pasdaran di bajarê Pîranşarê de hate kuştin.

“Teyrên Zagros” bi belavkirina wê nûçeyê, berpirsayetiya kuştina wî endamê Spaha Pasdaran girte stuyê xwe.

Ew endamê Spaha Pasdaran li rêya di navbera gundê “Zêwe-Kasûredê”e yê ser bi bajarê Pîranşarê hatiye kuştin.

Heta niha Spaha Pasdaran derheq kuştina wî endamê xwe ti bertekek nîşan nedaye.