Endamekî Spaha Pasdaran di bajarê Urmiyê de hat kuştin

15:57 - 14 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê, di devera Mirgewe a bajarê Urmiyê de hate kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 22`ê Reşemehê endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran yê bi navê “Mamil Pûrmihemedî” xelkê gundê “Bawan” a girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ji aliyê “Bazên Zagros”ê ve hate kuştin.

“Bazên Zagros”ê kuştina wî endamê Sapaha Pasdaran girte stûyê xwe.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 8`ê Reşemehê, endamekî din yê Sapah Pasdaran yê bi navê, “Elî Qadirî” li ser riya di navbera bajarên Bane -Seqizê jî hatibûn kuştin, û “Bazên Zagros”ê di daxuyaniyekê de kuştina wî endamê Spaha Pasdaran digre stûyê xwe.