Endamekî Spaha Pasdaran di bajarê Şinoyê de hat kuştin

21:01 - 4 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Endamekî din yê Spaha Pasdaran, ku xelkê bajarê Selmasê bû, di bajarê Şinoyê de hat kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, şeva Yekşemî 12`ê Xezelwera 1396`an, yekî din ji çekdarên Spaha Pasdaranê yê bi navê “Salih Qasimî” ku xelkê gundê “Dêlezî” a ser bi devera Şipîran a girêdaiyî bajarê Selmasê, ku akênciyê bajarê Şinoyê bû, hate kuştin.

Hatiye zanîn ku wî endamê Spaha Pasdaran, li şerê sala derbazbûyî a ku di navbera Pêşmergên PDKÎ û hêzên Hikûmeta Îranê de, di gundê “Qereseqel” a ser bi bajarê Şinoyê derketbû beşdarî kiribû.

Heyanî belavbûna vê nûçeyê, tu alî û girûpeke siyasî berpirsayetiya kuştina wî endamê Spaha Pasdaran negirtiye stûyê xwe.

Herwiha di roja Duşemî 30`ê Gelawêja îsal de jî, “Fetah Mamel” xelkê gundê “Balagîr” a girêdaiyî bajarê Şinoyê jî ji aliyê “Pêşmergeyên Bajar” ên ser bi PDKÎ ve, gihîştibû sizaya kiryarên xwe.