Endamekî şoraya çareserî a pirskirikên gundê Mîrava a bajarê Serdeştê hate binçavkirin

18:22 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Şemî 11`ê Tîrmehê, “Osman Rûsta” endamê şoraya çareserî a pirskirikên gundê Mîrava a bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên îtila`atê “Osman Rûsta” bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçavkirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: hêzên ewlehî ew endamê şoraya çareserî a pirskirikan di mala wî de û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçavkirin.

Çavkaniya agehdar herwisa got: “tev lipeyketina malbata “Rûsta” bo zanîn ji qedera navbirî, hêzên ewlehî ji dana zanyarî derheq bi cihê girtin û qedera “Osman Rûsta” bi malbata navbirî xwe bê par kirine.