Endamekî şêvra bajarê Bokanê bi sedema arîşeyên kargêrî ve dest ji kar kişand

20:50 - 4 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Şêvra bajarê Bokanê yek ji endamên giring ên xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihiştiye Ajansa nûçegehaniya Kurdpa, yek ji endamên şêvra bajarê Bokanê bi navê Awat Dukandar, bi bilavkirina nameyekî vekirî, dest ji kar vekişana xwe ragehand.

Navbirî berpirsê komîsyona Fehengî a şêvra bajarê Bokanê bû.

Di nameya Dukandar de xûyaye ku tevî bajêrvaniya bajarê Bokanê derheq bi bîlana kar ya awedankirinê di sala 1394 de, arîşen û raya cûda hebûye û di vê warê de rexne ji karên hevdu hebûne.

\"29279.jpg\"
Awat Dukandar
Destvekişandina berpirsê komîsyona ferhengî ya şêvra bajarê Bokanê, sibehî Sêşem vê di kombûna şêvra han de bikeve ber dengdanê.

Awat Dukandar di nameya xwe de hivî dixwaze ku bi çûyîna wî, serbixweyî û arîşeyên Malî, bêbernameyî û lawaziya birêveberên şêvrê çareser bibe.

Heya niha di çendîn bajar û gundên Kurdistana Îranê, endam û şêvran, bi sedemên cudacuda dest ji kar vekişandine ku piraniya wan tevî bajêrvan û organên dewletî arîşe hebûna.

Cûzerdana sala 1392 hilbijardina şêvra bajar û gundan hevdem tevî hilbijardinên serkomariyê di Îranê de birêve çû.