Endamekî hêzên Întizamî ya Îranê di bajarê Kirmaşanê de hate kuştin

17:38 - 17 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Fermandeyê hêzên Întizamiya Kirmaşanê, kuştina endamekî wê hêzê, ragihand.

Bi gotina fermandeyê hêzên Întizamî yê parêzgeha Kirmaşanê, roja Şemî, 25`ê Xezelwerê, yek ji endamên hêza Întizamiyê di şerê digel xelkê nerazî de, hatiye kuştin.

Nasnama wî endamê hêza Întizamî, “Îrec Cewahirî”, hatiye ragihandinê.

Roja Şemiyê, 25`ê Xezelwerê, bi hegera bilind bûna nirxa bênzînê, di piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, xwenîşandan bi rêveçûn û bi sedem tedaxula hêzên dije şoreş û garda taybet, rastî tundutîjiyê bûn.

Di wan xwenîşandanan de, çendîn xwenîşander canê xwe ji dest dan û çendîn kes jî hatin birîndar kirinê.

Heya niha, bi sedem qutbûna torên înternetê û tinebûna ragihandinên azad, amara hûr û serast a qurbaniyên wan xwenîşandanan, ber dest nîne.