Endamekî girûpa “Çilçeme” hate desteserkirin

16:24 - 15 Şibat 2020

Roja Pêncşemî 24`ê Rêbendanê, “Şadman Benî Beşer” xelkê bajarê Sineyê, endamê girûpa Çiyagerî a “Çilçeme” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hate desteserkirin.

Hêzên Îtila`atê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew çalakvanê medenî desteser kirine.

Ew çalakvanê medenî, ji rêya telefonê ve, malbata xwe agehdar kiriye ku ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatiye desteserkirinê.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê ti zanyariyek ji qedera “Şadman Benî Beşerî” ji ber dest de nine.

Tê gotin, hêzên Îtila`atê li dema desteserkirina wî çalakvanê medenî, navbirî azar û îşkence kirine.