Endamekî din ê Encûmena “Nojîn” bi danîna barmitê hate azadkirin

16:44 - 16 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Yekek ji endamên din ê Encûmena çandî-civakî ya “Nojîn”, ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi danîna barmitê hate azadkirin.

Li gorî raporta ku gihîştîye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî, 23`ê Xermanan, “Minet Rehmanî”, endamê Encûmena Çandî-Civakî ya “Nojîn” ê xelkê gundê “Lonî Sadat” a girêdayî bajarê Kamiyaran, bi danîna barmitê hate berdanê.

“Minet” endamê Encûmena Çandî-Civakî a “Nojînê”ye ku di roja Çarşemî, 5`ê Pûşperê de, hêzên îtla`atê bê hebûna belgeya yasayî, hatibû desteserkirin.

Ew welatiyê Kurd, di heyama 1 sala derbasbûyî de, li warê hînkariya zimanê Kurdî di gundên Kamiyaranê de, roleke berçav hebûye.

Di vê derheqê de, roja Pêcşemî, 21`ê Xermanan, “Sîrwan Îbrahîmî”, berpirsê taya Encûmena Çandî-Civakî ya “Nojîn” li bajarê Kamiyaranê, bi danîna barmita 500 Milyonî, hatibû berdanê.