Endameke Sipaha Pasdarên Îranê li bajarê Serpêla Zehav hat birîndar kirin
21:58 - 18 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Endameke Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Serpêla Zehav kevte ber êrîşa kesên nenas û bi guleyan hate birîndar kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Yekşem berwar 16’ê Hezîrana 2013’an welatiyek binavê Kambîz Husêynî xelkê bajarê Serpêla Zehav ji aliyê çend çekdarên nenaskirî li kolana Ebasî ya vî bajarî bi xurtî hate birîndar kirin û jibo çareseriyê bo yek ji nexweşxaneyên vî bajarî hate şandin.
Kambîz Hsêynî endamê Sipaha Pasdarên Îranê ye.
Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser sedem û sebeb û nasnameya êrîşkaran nehatiye zanîn.
Di meha Reşemeya sala bihûrî de keseke din yê endamê Sipaha Pasdarên Îranê, binavê Îbrahîm Mihemedî kurê Elî derwêş û xelkê gundê “Berver”ya ser bi herêma Kelaterzan ya bajarê Sinê bi teqeya kesên nenas hate kuştin.