Endamek berê yê Sipaha Pasdaran li nêzîk bajarê Sinê hat kuştin + Nîgar

15:15 - 26 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd li nêzîk yek ji gundên herêma Seqizê bi teqeya kes,yan kesên nenaskirî hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Duşem 26’ê Şibata 2013’an , kesek bi navê “Îbrahîm Mihemedî” kurê Elî Derwêş û xelkê gundê “Berver”a ser bi herêma “Kelaterzan”a bajarê Sinê bi teqeya hin kesên nenaskirî hat kuştin.

Boyer li nêzîk gundê “Hejîreh”a ser bi nawçeya “Arehnan”a Sinê hatiye qewmîn.

\"11275.jpg\"
Îbrahîm Mihemedî ku bi “Beleqerçî”hatiye naskirin,yek ji endamên berê yên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê bû.
Heya niha çi kes û yan kesanek di pêywendî li gel boyerê nehatine girtin.
Bi gotina xelkê herêmê, navbirî yek ji endamên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê bûye û di salên bihurî de destek zaf ji kuştin û girtina ciwanên Kurd de hebûye.