Encûmena Kurdî tevlî Itîlafa Niştimanî ya Sûrî dibe

13:01 - 12 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar ragihand ku mekteba cîbicîkar ya Encûmena Niştimanî ya Kurdê Sûriyê biryar girtiye ku dê tevlî Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Opozisyona Sûriyê bibe.

Beşar bi daxuyaniyekê ji malpera Welatî re ragihandiye ku, Encûmena Kurdî wê \"10146.jpg\"
bi fermî tevlîbûna xwe ya di Itîlafa Niştimanî re rabighîne, ev yek jî wê piştî goftûgoyên bi hêzên Itîlafê re bibe û got: “Her weha ENKS û Itîlafa Niştimanî dê li ser hin pirsên ku di civîna dostên Sûriyê bêne gotûbêj kirin de lihev bikin.” Ebdulhekîm Beşar teqez kir û got: “Desteya cîbicîkar ya Encûmena Kurd biryara tevlîbûna xwe di Itîlafê de wergirtiye.” Li ser pirsekê ku çawa Encûmena Kurdî bi bê Desteya Bilind A Kurd ev biryar standiye, sekreterê El-Partî got: “Me ev babet li nava Desteya Bilind a Kurdî de gotûbêj kiriye, her weha hin aliyên opozisyona Erebî Encûmena Kurdî di Itîlafê de qebûl dikin lê di heman demê de Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) napejirînin, ji ber vê yekê desteya cîbicîkar ya ENKS piştî danûstandinên dûvdirêj biryara tevlîbûna Itîlafê stand.”