Encumena bajarê Mihemdyarê dest ji karê xwe berda

20:40 - 24 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Tewahiya endamên Encumena bajarê Mihemedyar a ser bi Bexşa Navendî a bajarê Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyê dest ji karên xwe berdan.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, roja Yekşemî 3’ê Banemer a sala 1396’an a Rojî, endamên Encumena Bajarê Mihemdyarê bi sedema kêmkarî û kêmasiyên rayedarên hikûmetê û pêranegehîştina bi pirsa lehiya di çend rojên derbazbûyî de, dest ji karê xwe berdan.

Endamên Encumena Bajarê Mihemedyarê ragehandine ku piştî hatina lehiyê li bajarê Mihemedyarê û çaresernekirina pirsgirêkên xelkê ji aliyê karbidestên hikûmetî ve û nerazîbûna xelkê, nameya destjikar berdana wan hatiye nivîsnadin.

Di beşek namê de hatiye ku, di dema serdana Dr.Pizişkiyan de bo bajarê wan, xelkê kêmasî û kêmkariyên karbidestên hikûmetê li herêma xwe, bi tundî rexne kirine.

Ji aliyê din ve yek ji endamên Encumena Bajarê Mihemdediyarê di hevpeyvîna digel malpera “Sildûz”ê de dibêje ku; Beşek ji berbijêrên Encumena Bajar bi sedema mifahwergirtina ji keş û hewaya hilbijartinê, rê nedan ku kirîza rabûna lehiyê li Mihemedyarê bi aramî bê çareserkirin.

Ev endamê encumena Bajarê Mihemdeyarê destjikarberdana her 5 endamên encumenê vegerand ser bêrêzîkirina hejmarek ji berbijêran.

Hatiye ragehandin ku xisarên di encama hatina baran û rabûna lehiyê di heftiya derbazbûyî de li Mihemedyarê, 4 milyard û 770 milyon û 800 hizar Tûmen hatiye texmînkirin.