ENCAMA HEBSIYA ÇALAKEK OLÎ LI SINE NE ROHN E

16:22 - 28 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Berpirsek Deftera “Hesen Emînî” ê Muftî û Serokê Şêwra Mekteba Qura’ana Sina, piştî Heyvek hebsiyê, encamek ne rohn heye.

Saziya Berevanî ji Mafên Mirovan Ên Kurdistanê di raporekî de aniye, “Ebdulla Ebbasî” Heyvek e ku di girtîgeha Ittila’ataê de ye lê encama wê hebsiyê hêj ne xuya ye.

Roja 28’ê Tîrmehê ev çalake ê Olî bi destê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê hate binçavkirin û ji bo Navenda Xeberiya Sitada Ittila’ata Sine hate veguhastin.

Ew çavkaniye belavkir, berîti Destgehên pêwendîdar daxuyandibûn Ebdulla dê di roja Cejna Remezanê de bi danîna Barimte bê serbest berdan, lê zêdebarî ku Barimte hate dayîn, Ebbasî nehate berdan.

Her wisa Çiqa Duyem a Dadyariya Sine Înkar dike ku Dosiyeya wî ji bo Dozgeha Dawdweriyê çobe wêderê.