Emîrê Selefiyên Kurdistana Îranê li Sûriyê de hat Kuştin+Nîgar

13:58 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji Emîrên Selefiyên Kurdistana Îranê ku dinava girupa Selefî a “Nesir”a ser bi rêkxistina “Elqaîda Sûriyê”hatibû saziman dayîn, li şerê tevî Artêşa wî welatî hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Mela Husên Darabî pêşnivêjê yek ji Mizgwtên bajarê Serpêla Zehaw a parêzgeha Kirmaşanê, ku heyamê 3 mehan beriya niha tevî çend kes ji Selefiyên din jibo welatê Sûriyê çûbû, li şerekê tevî hêzên Sûriyê bi xurtî hat birîndar kirin û piştî çend roja canê xwe ji dest da.

\"11930.jpg\"
çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Di heyamê 1 meha bihurî de hejimarek berçav ji Selefiyên Kurdistana Îranê ku hemû endamên girupên “Ketaîb Qaîde Fî Kurdistan, Cêyş El fad Selahedîn,Cêyş Sehabe, Ensar El Îslam” çiqa Îranê bûn, li rêya welatên Îran û Turkiyê jibo Suriyê çûne.

ji aliyek din sala bihurî hejimarek berçav ji ciwanên bajarê Seqizê li jêr kartêkeriya Fetwaya melayên Selefî jibo Cehadê bo welatê Sûriyê çûne û niha parek ji wan li rêzên Elqaidê û para din jî li rêzên Artêşa Azad hatine saziman dan.