Emakin li Merîwan, mala naw baxçê welatiyan dihiloşîne

20:07 - 6 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: ajanên pasgaha Arana şarê Sinêû dezgeha Emakina şarê Merîwan, kolik û keprên werzekaran û xwedî baxan li dewera Merîwanê dihilşînin.

Gorekî raporta ajansa nûçe guhaniya Kurdpa, li midêçend rojên borî de, hejmarik ji kolik û keprên baxdaran û werzêrên dorûbera rêka kevna Merîwan, li nêzî Soreze, ji aliyê dezgeha Emakin û pasgaha Aran ya şarê Sinê, hiloşandine.

Yekik ji xwedî baxên dewera Merîwan, bo nûçe gihaniya Kurdpa, eşkere kiriye ku; li çend roj pêş nihade, hêzên pasgaha Aran û Emakin, nawa baxên gundê Aran de digeriyanû kolik û malên nawa baxên welatiyan dihiloşandin.

Ew welatiyê Kurd ew jî got: ajanên Emakin û pasgaha Aran, bi werzêr û xwedî baxan gotine ku “ bo çê kirina kolik û mal nawa baxan de, gere ji bika mesken(Bonyad Mesken) û dezgeha Emakin, derfetê bigirin.

Bi gotina xwedî baxan; bonyad mesken bo pêdana derfeta çê kirna kolik û mala nawa baxan de, bo her 1 mêtra 4 goşe, 15,000 tûmen ji xwedî baxan distîne.

Li salên borî de jîû li çend ciyên din yên Kurdistanê de, senterên êminîû sipaha pasdaran, bi hêceta wê hindê ku, malên nawa bax û kolikên baxdaranû werzêran(werzigar-kişawerz), bûyê cê bênwedana partiyên Kurdan, malê nawa baxan û kolikê werzêran, hiloşandibûn.