“Em xwe radest nakin, dibin pêşmerge”

15:18 - 13 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Fermandeya operasyona Dîcle, îro çarşeme 12/6/2013`an ragihand ku ji ber ku wan di dema kêşeya bajaroka Silêman Beg li parêzgeha Selahedînê, fermana serbazî cîbicînekirine, ew nêzîk 600 efser û serbazên Kurd ên ser bi lîwaya 16 a ser bi firqeya 4`ê artêşa Êraqê didin dadgehê.

Jêderekê berpirs jî li lîwaya 16 teqez dike ku wan pêştir jî fermana ne diçî de a fermandeya hêzên bejayî yên Êraqî Elî Xeydan cî bi cî nekirine ji ber wê yekê jî niha tu buhayekî nadin daxuyaniya fermandarê hêzên Dîcleyê Ebdulemîr Zeydî û ew xwe radestî dadgehê nakin belkû dibine pêşmerge.

Ferîq Ebdulemîr Zeydî bi daxuyaniyekê ji ajansa Meda presê re ragiandiye ku: Ew 600 efser û serbazên Kurd ser bi lîwaya 16 didine dadgehê.

Ji aliyê xwe ve jêderekê berpirs li lîwaya 16 a ser bi artêşa Êraqê ji Xendanê re teqez li wê yekê kiriye ku ew bi tu awayî fermana valakirina navçeyê cî bi cî nakin.

Wê jêderê ku ji ber fermana serbazî nexwest navê wî belav bibe got: Eve du mehin me mûçeyên xwe wernegirtiye û pêşmerge bi asayî beregîriyê li sînorên herêmê dikin, ji bo vê jî bi tu şêweyî xwe radestî dadgehê nakin, belku em dibin pêşmerge û emê bergîriya axa Kurdistanê bikin.
Çavkanî: Xendan