Elîzriza Tacîkî roja Çarşemî 3’ê Tebaxê wê bê îdamkirin

19:47 - 1 Tebax 2016
Ajansa kurdpa: Elîriza Tacîkî ê temen 19 salî ku bi tometa destdirêjî û kuştina Êhsan Nîsarî yê 16 salî, li girtîgeha “Adilabad” a bajarê Şîrazê hatiye binçavkirin, ji aliyê karbidestên girtîgehê ve hatiye haydarkirin ku roja Çarşemî 3’ê Tebaxê, wê bê îdamkirin.

Elîriza Tacîkî di temenê 15 sliya xwe de bi tometa destdirêjiya cinsî û kuştina hewalekî xwe, hatibû binçavkirin û piştî midehek kêm cezaya îdamê ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îslamî ya Îanê ve, biser de hatiye sepandin.

Emîn Tacîkî birayê Elîriza Tacîkî di vê derheqê de ragehand ku, kuştina Êhsan û veguhaztina termê wî bo cihek din, nikare karê birayê min be, jiber ku wî çaxî birayê min xwediyê temenêk kêm û zarok bûye.

Her di vê derheqê de jî Rêkxistina Lêborîna Navnetewî di daxûyaniyekî de li dor birêvebirina hukmê bidarvekirina Elîriza Tacîkî hoşdarî da.

Fîlîp Lutêr ê birêveberê pişka Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê di Saziya Lêborîna Navnetewî de, serbarê nîşandana nîgeraniya xwe li hember Îdamkirina Elîriza Tacîkî ragehand ku, “Elîriza dema ku hatî binçavkirin zarok bûye û hukmê îdamkirina wî jî, di dadgehek ne adîlane de û liser bingeha îtirafa di bin zext û gîwaş û îşkence û belgeyên nerast de hatiye dayîn”.

Lutêr di daxûyaniya xwe de daxwaza sekinandina bilez ya birêvebirina hukmên îdamkirina Elîriza Tacîkî kir û ragehand ku, gerek navbirî di dadgehek adîlane de û dûr ji îşkence yê bê dadgehîkirin.

Hêjayî basê ye ku Elîriza Tacîkî di nameyekî de ku ji girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê ve bo malbata xwe nvîsandiye, ragehandiye ku qirer e roja Çarşemî berwarê 3’ê tebaxê bê îdamkirin, lewra dixwaze ku bo cara dawiyê malbata xwe bibîne.