Elî Esxer Cehangîrî: “Me di girtîgehên xwe de, tu girtiyên siyasî nînin”

15:00 - 3 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Elî Esxer Cehangîrî, berpirsê girtîgehên Îranê got ku di girtîgehên Îranê de, tu girtiyên siyasî tunînin, û eva jî di demekî de ye, ku hejmareke çalakvanên siyasî û rojnamevan di girtîgehên Îranê de ne.

Li gor nûçeyan, Elî Esxer Cehangîrî, berpirsê girtîgehên Îranê ragehand: “Li gor wan pênaseyên ku bo girtiyên siyasî di cîhanê de hatine kirin, me tu girtiyên siyasî di girtîgehên xwe de nînin, lê me hejmarek kêm girtiyên li ser pirsên ewlehiyê (emniyetî) hene, yanî kesên ku li dijî ewlehiya welatê Îranê, û ewlehiya civakê, aloziyê çêdikin.

Navbirî herwisa got: “kesên ku di girtîgehên Îranê de gireva birçîbûnê digirin, di rastî de dixwazin di vê rêyê de biçine nava torên civakî (fezayê mecazî) de, û piropagendeyan ji xwe re bikin.

Eva jî di demekî de ye ku di destpêka şoreşa komara Îslamî ve heya niha, roj bi rojê endamên partiyên siyasî û çalakvanên siyasî dikevin nava girtîgehên Îranê de, û heroj bi tawanên curbicur, û şerkirin tevî Xwedê (Muharibe), bi awayekî nepenî di girtîgehên Îranê de tên bidarvekirin.

Di yasaya bingehîn ya Îranê de tu pênaseyek bo girtiyên siyasî, û dijber û rexnegirên siyasî nehatiye kirin, û hemû kesên siyasî ku di wî welatî de têne destbiserkirin, bi tawana têkdana ewlehiya welat, têne destbiserkirin.