Ekitereka “Holîvûd”a Amerîka û Behmen Qubadî serdana bajarê “Helbçê” kirin

16:29 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Jine ekitera nasikrî ya Amerêka tevî Behmen Qubadî serdana bajêrên “Helebçe û Kerkûkê” kirin û biryare lêjineyek navdewletî a li dijî mayinan bihê ava kirin.

Şaron Siton Jina ekiter ya naskiî a Amerîka tevî Behmen Qubadî derhênerê naskirî yê Kurd serdana bajarên Helebçe û Kerkûkê kirin.

Şaron Siton çend salan beriya niha bo heyamekê li bajarê Tehranê Mêvanê Behmen Qubadî sînemakar û derhênerê Kurd bû.wan du hunermendan bi alikariya 6 hunermendên din “lêjineyek navdewletî li dijî mayînan”pêk dînin û heya niha çend konfiransên navdewletî li dijî mayinan li ser asta cîhanê birêve birine.

Behmen Qubadî a niha mijûlî pirojeyek sînemayî li bajarên Bexda, Nîoyork û Helebçê ye.

Şaron Siton li sala 2007’an de dinava yekemîn devra mêhrîcana “Heqîqet” de fîlma “Kusî jî dikarin bifirin” li derhênana Behmen Qubadî bi alîgirên sînemayê nasand û fîlma han bi amade bûna Paşa û malbta seltenetî û hejimarek zaf ji nûçegîhanên cîhanê li bajarê “Monako”ya welatê Firansa yê hate nîşan dan.

Şaron Siton berwar 10’ê marsa sala 1958’an li bajarê Mîdwîl ya Pênsilwaniya li welatê Amerîka hatiye dinê û bo cara yekem li fîlma “Bîraninên Xweş yên Xeyalî”de li derhêneriya “Wod Alên”li sala 1980’an de lîstiye.

Ekitera Amerîkî pitir seva ekiterî li fîlma binavê “Xerîzeya Yekem”li sala 1992’an de li derhêneriya “Mayikêl Kîton” hatiye naskirin û boye yek li ekiterên Holîwodê.