Ehmet Turk û Ocalan civiyan

14:46 - 4 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Siyasetvanê Kurd û endamê Partiya PDP’ê Ehmet Turk, li grava Imrali ligel serokê PKK Ebdulah Ocalan civiya.

Di vê hevdîtinê de parlamentera Kurd ya BDP Ayla Akat jî amade bû.
Hevserokê Gişiyê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê Selahedîn Demirtaş bi daxuyaniyekê li gel Nuçe Tv`yê nûçeya ku, îro 3/1, her yek li hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk Ehmed Turk û parlemanterê BDP`ê Ayala Akat hevdîtin bi serokê PKK`ê Ebdulah Ocalan re kirine piştrast kir.

demeke serokê Istîxbarata Tirkiyê (MIT) ji bo çekdanîna PKK hevdîtinan ligel Ocalan pêk tîne.