Ehmed Şehîd di konferansa kêmaniyên etnîkî û mesebî ên Îranê de beşdarî kir

20:57 - 13 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Rewşa binpêkirina mafên mirovan di van herêman de ku kêmaniyên mesebî û etnîkî di Îranê de, tê de dijîn, bi beşdariya reporterê taybetî yê NY kete ber bas.

Roja Înê 11’ê Adarê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv konferansek li derheq girûpên etnîkî û mesebî ên akinciyê Îranê bi taybetî Kurd û Behayiyan bi rê ve bir.

Konferansa salane ya vê nawenda berevankarê mafên mirovan, bi beşdariya reporterê taybetî ê NY di warê karûbarên Îranê, û di derveyî civîna 31. emîn a Şêvra Mafên Mirovan li Jinêvê bi rê ve çû.

Di destpêka vê civînê de, nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê tevî bixêrhatinkirina mêhvanan, çend gotinek li ser serkutên sîstematîk û dijîmirovî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li dijî neteweyên Îranê bi taybetî Kurdan pêşkêş kir.

\"29762.jpg\"
Teymûr Elyasî nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê ragehand: “Yasaya bingehîn a rejîma Îranê di maddeyên 15, 4, 1, û 115 de, bi tewahî li dijî neteweyên Îranê ye, û Kurd, Belûç, Tirk, Ereb û …hwd ji hemû mafên xwe yên bingehîn, ji wan beşdariya di deshilata siyasî û xwendina bi zimanê zikmakî de hatine bêparkirin.

Dawî rewş û amara kolberan û teqekirina çekdarên rejîma Îranê li vê texa civaka Kurdistanê, û herwisa îdama girtiyên Kurd ku amara herî zêde ya bidarvekirinan bi xwe ve girtiye, çend tewerên din ên basên nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê bûn.

Li gora dawî rapora Ehmed Şehîd di sala borî a Zayînî de, aliyê kêm 966 hevwelatî di girtîgehên Komara Îslamî de hatine bidarvekirin.

Di doma rûniştina Jinêvê de reporterê taybetî ê NY çend gotinek kirin, û ragehand: “Yasa û reftarên hikûmeta Îranê li dijî tewahiya mafên kêmaniyên neteweyî û mesebî ye”.

Wî li derheq gelê Kurd de got: “Çalakên biyavê ziman û çandê di Kurdistanê de têne destbiserkirin, û piştre jî bi tometa pêngavhilgirtina li dijî ewlehiya neteweyî têne girtin, û heta têne îdamkirin jî”.

Navbirî teqekirina li kolberan û kuştina wan, heta berevajiyê wan yasayan zanî, ku yasayên Komara Îslamî bi xwe ne jî.

Piştre Xatû Ciraldîn Sawarî bas ji tewerên siyasî û hiqûqî ên pergala federalîzmê kir, û ew şêwaza deshilatdariyê wekî şêwaza herî baş bo Îrana çend neteweyî hesiband.

Cihgirê sekreterê Partiya Sosyalîst a Swîsê di doma vê civînê de, pêdagirî li ser hewcehiya reforma berfireh di sîstema fêrkarî û siyasî û aborî a Îranê de kir.

Berdevkê Komeleya Navneteweyî a Behayiyan di Jinêvê de jî beşdarekî din ê vê konferansê bû, ku baseke têr û tejî li ser rewşa kêmaniyên mesebî kir.

Diyan Elayî basê vê yekê kir, ku Behayî di biyavê fêrkarî û çalakiyên pêwendîdar bi ayînê xwe de, berbirûyê kêşe û astengiyên micid dibin.

Di vê konferansê de ku rojekê dom kir, nûnerê hertimî yê welatên wekî Kanada, Swîs, Norwêj, Mêkzîk, Amerîka, Şîlî, Kolombiya, Swîd û …hwd li Civata Mafên Mirovan a NY beşdar bûn.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê –Jinêv ku di sala 2006’an de li Swîsê hatiye avakirin, xwe wekî nûnerê civaka medenî a Kurdistanê dide nasandin, ku di warê siyasî de, xwe bê alî dihesibîne, û pêwendiyeke tund û bihêz digel organên ser bi NY û organên navneteweyî ên mafên mirovan heye.

\"29768.jpg\"

\"29764.jpg\"

\"29769.jpg\"

\"29766.jpg\"

\"29763.jpg\"

\"29765.jpg\"