Egera Hilbijartina pêşwext ya Parlemanî li Tirkiyê de

16:27 - 20 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî wê ku 25mîn gera hilbijartina Tirkiyê midehê du mehan berî niha birêve çû û AKP nekariye heta niha hikûmetê pêk bîne, bas ji hilbijartinek din ya parlemanî tê kirin.

Li gor ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li 25mîn gera hilbijartina Parlemanî ya Tirkiyê de, dengderan ew pirsa siyasî yekalî kirine û dawî bi desthilata takrewane ya 13 salî a partiya Dad û Geşedanê anîn.

Serokê AKP ku niha serkomarê Tirkiyê ye, di axaftinek fermî de ragihand ku hewce dike ku hevwelatî xwe jib o hilbijartinek pêşwext amade bikin.

\"28431.jpg\"
Li gor yasaya Tirkiyê, ger piştî borîna du mehan bi ser hilbijartinê de, partiya piranî nekarî hikûmetê bi aliyên din re pêk bîne, dibe hilbijartina pêşwext bê encamdayîn. Li vê derheqê de jî ku AKP nekarî bi tu yek ji partiyên CHP, MHP, HDP ê re hikûmetê pêk bîne.

Komîsyona Hilbijartina Tirkiyê jî roja 1ê Teşrîna duem bo hilbijartina pêşwext diyarî kiriye.

Hilbijartina Parlemanî a gera 25an li Tirkiyê de di 7ê Hezîrana 2015 de birêve çû û %84 a xelkê dengder çûne ser sindoqên hilbijartinê û têde bo cara yekemîn partiyek kurdî li jêr navê HDP de karî baraja %10 bişkîne û 80 parlemantar derbasî parlemantoyê bike û li piraniya deverên kurdakincî ên Tirkiyê de dawî bi hejmûniya AKP bîne..