Egera darvekirina girtiyekî Oldarê Yarsan

14:40 - 27 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: girtîyekî Oldarê Yarsan ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin, jibo  hucreya takekesî a girtîgeha Urmîyê hate birin.

Nûçegehaniya Hiranayê bilav kir, sibêdeya 6’ê Befranbarê “Yûnis Aqayan Elî Beglû” girtîyê bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin, li girtîgeha navendî a bajarê Mihabadê bo zîndana Urmîyê û hucreya takekesî hat şandin.

Piştî pesen kirina hûkmê han ji aliyê Dîwana bilind a welêt, çelengên \"10424.jpg\"
mafê mirov nerazîbûn û perîşaniya xwe li hember egera cî bi cî bûna hûkmê han dan xûya kirin.

Yûnis Aqayan Elî Beglû li sala 1383’a rojî de li temenê 22 salîyê li gel 4’ kesên din li gundê “Wiştepe” a bajarê Miyanduavê hatin girtin û paşê jî bi sûçê “Dijberîya Xwedê” bi darvekirinê hatin mehkûm kirin.

Sehend Elî Mihemedî, Bexş Elî Mihemedî, Ûbeydula Qasim Zade di dadgeha pêdaçûnê bi 13’e salan zîndanê hatin mehkûm kirin.
Mehdî Qasim Zade yek ji wan girtîyane bû ku piştî pesen kirina hûkmê wî, li Rêbendana sala 1387’ a rojî hat bi darvekirin.