Egera darvekirina 6 wilatiyên Kurd li girtîgehên Îranê

12:11 - 23 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: hûkmê darvekirina şeş wilatiyên Kurd ê xelkê bajarê Selmas a rojhilata Kurdistanê ji aliyê dîwana bilind a dadverîya Îranê hat ragehend.

Malpera Hirana di nûçeyekê de bilav kir ku hûkmê darvekirina 6 wilatiyên Kurd ê xelkê bajarê Selmasê ji aliyê dîwana bilin a welat hatiye piştrast kirin û diçe qonaxekî teze û egera darvekirina wan kesan zêde dibe.
Hebîb Mamedî, Kerîm Mamedî, Samî Mamedî, Ekrem Mamedî, Semed û Kerîm Mamedî û Fîroz Hesenzade ev 6 wilatiyane ne ku bi boxtana kirîn û fiotina madeyên hişber ji aliyê dozgeriya rejîmê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.
Wan kesane heya niha du car daxwaza pêdaçûn bi hûkmê xwe kirine lê ji aliyê Komîsîyona navendî a lêborînê nehatiye qebûl kirin.
Cihê basêyê ku roja şemî 14`ê Kanûna 2012`an, 3 hevwelatiyên din ên kurd li girtîgeha Urmiyê bi tawana ragirtin û bazirganiya madeyên hobşer hatin davekirin. Ev sê hevwelatiyên kurd ku demek bû di girtîgehê de bûn û ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tawana ragirtin û bazirganîkirin bi madeyên bêhişker bi cezayê darvekirinê hatbûn mehkûmkirin, sibêdeya roja 14`ê Kanna 2012`an hatin darvekirin. Xefor Mîrzayî xelkê gundê Axçeqel ê Urmiyê û herwiha Elî Şîrî xelkê gundê Baloyê 2 ji wan girtiyan in ku nasnameya wan hatiye eşkerekirin.

Pêka amara Ajansa Kurdpa,ê’ li destpêka payîza îsal heya niha li Îranê seryek 208 kes bi darvekirinê hatine mehkûm kirin ku ji wan 173 kes hatine darvekirin.