Egera birêvebirina hukmê îdama 2 girtiyên siyasî ên Kurd heye

21:06 - 30 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên siyasî ên Kurd bi navên Saman Nesîm û Mihemed Ebdullahî ku di girtîgeha nawendî ya Urmiyê de heps in, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bo Husêyniyeya girtîgeha navbirî hatine gazîkirin, û bi wan ragehandine ku, heyamekî kêm bona birêvebirina cezaya îdama we maye.

Komeleya Mafê Mirov ya Kurdistanê di raporekî de eşkere kir ku, 2 girtiyên siyasî ên Kurd Saman Nesîm û Mihemed Ebdullahî ku bi cezaya îdamê hatine mehkûmkirin, roja 26’ê Nîsanê bo Husêyniyeya girtîgeha nawendî ya bajarê Urmiyê hatine gazîkirin, û li wir serokê girtîgehê bi pişikdariya hejmarek ji pêrsonêlên girtîgehê, bi wan ragehandiye ku rewşa we derheq bi birêvebirina cezaya îdama we, “Sor”e, û tenê hûn dikarin karekî bikin, û ew jî îdam e.

Saman Nesîm ku jidayîkbûyê sala 1993’an a Zayînî ye, di sala 2013’an de ku temenê wî 17 salî bûye, piştî girtinê bi cezaya Îdamê hate mehkûmkirin, û piştre cezaya navbirî ji aliyê dadgeha pêdeçûnê ve bi tawana “Moharibe” ji rêya endametî di yek ji partiyên Kurdî de û herweha pişikdariya di emelyatên leşkirî de, hate pejirandin.

Mihemed Ebdullahî jî sala 2010’an li bajarê Mihabatê bi derba guleyên Pasdaran hate birîndar û binçavkirin. Mihemed piştî çareseriyên pizişkî bo girtîgeha Îtila’ata Sipahê li bajarê Urmiyê hate veguhaztin û heyamê 91 rojan têde ma.

Navbirî serbarê birîndariya bi derba guleyê, di dema lêkolînê de û bona wergirtina îtirafê, di kewe bi îşkence û lêdana bi “Kabl”ê û di encam de destke wî ji cih der dikewe ( giheve diçe) û piyê wî jî ji 3 cihanve dişikînin û herweha didanek wî jî dişikînin.

Piştre Mihemed bo Îdareya Îtila’ata Mihabatê tê veguhaztin û piştî heftiyekê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreşê ya bajarê Mihabatê bi serokatiya dadwer “Cewadî Kiya” bi cezaya îdamê hate mehkûmkirin.

Tê gotin ku di dema lêkolînê de bi hinceta ewlehîbûna keysa wî, navbirî ji girtina parêze bêpar bûye.

Hewceyî basê ye ku piştî nîşandana nerazîbûnê ji aliyê malbata Mihemed û daxwaza pêdeçûnê, hukmê îdama navbirî di dadgeha pêdeçênê de careke din hate pejirandin.

Cihê basê ye ku birayekî din yê Mihemed bi navê Mihemedemîn Ebdullahî, bi hema tawana Mihemedê birayê xwe di girtîgeha “Tebes”ê de binçav e.