Egera bidarvekirina hemwelatiyekî bajarê Îlamê heye

22:51 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Biryare hemwelatiyekî bajarê Îlamê bi tawana madeyên hişber piştî 3 rojên din bê lidarvekirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, hemwelatiyekî xelkê bajarê Îlamê bi navê ‘‘Mehdî Pakguftar‘‘, ku li sala 2010‘an, bi tawan hilgirtina madeyên hişber di girtîgeha bajarê Îlamê de, girtiye, û biriyare piştî 72 demjimêrên din bê lidarvekirin.

Çavkaniyeke cihê bawerê ji Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa re ragehandiye ku: Dê û bavê wî hemwelatiyê bajarê Îlamê, heyama du mehane ku li ber ofîsa berpirsê dadweriya wî bajarî ji bo nîşandana bê tawanbûna kourê xwe dest bi gireva birçîbûnê kirine, û dawxaza hilweşandina hukmê Mehdî dikin.

Ev çavkaniya ji zarê malbata Mehdî ve dibêje: “Nûnerê Xamineyî yê di bajarê Îlamê de dawxaza hilvweşandina hukmê wî hemwelatiyî Kiribû, lê belê berpirsên girtîgehê ev daxwaz qebûl nekirine, û biryar wiha ye ku roja Çarşemiyê ev girtî bê lidarvekirin.

Herwiha di sala derbazbûyî de, herî kêm 70 nûnerên mecilsa Îranê gelaleyek li derbarê hilweşandina hukmê lidarvekirinê tawanbarên madeyên hişber pêşkêşî meclisa Îranê kirine.