Efserên şerê nerm li Sine a Rojhelatê Kurdistanê eşkere bûn

15:10 - 1 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa kurdpa: Tîmeke 4 kesî girêdayî Besîcê medyaî ê Parêzgeha Kurdistan(Sine) ku birêveberê Facebookî ê bi navê “Besîcê ragihandina Kurd” bûn û bi armanca bêrêzî kirin bi çalakvanên Kurd bi rêve diçû, hat naskirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 4 endamên Besîc di rûpela “Facebook”a xwe de bi ligoya Besîc, heyamê 6 mehan bû ku dijî berjewendiyên çalakvanên Kurd û armancên wan piropagende dikirin û hember ,alakvanên kulturî, rojnamevan û mafê mirovan ê parêzgeha Kurdistan (Sine), helwestên nepenî ên dijberîtî digirtin ku bi têkoşîn û givaşa çalakvanên Kurd ên wê parêzgehê, hatin naskirin.

Jêdereke agah di vê derbareyê de bi ajansa Kurdpa re ragihand: Berpirsê Besîcê ragihandinê li parêzgeha Kurdistan(Sine),( piştî hewldaneke bênavber a çalakvanên Kurd), got ku ew 4 Besîcane hatine naskirin û di demeke nêz dê ê bên darizandin.

\"23364.jpg\"
Bi gotina wê çavkaniya nûçeyan, tîma 4 kesî a Besîcî di biyavên şaxsî ên çalakvanên Kurd de lêkolîn dikirin û bi awayekî berdewam tiştên nigativ ên nivîskî li ser rojnamenivîs, çalakvanên siyasî, mafên mirovan û çanda Kurdî, bilav dikirin.

Mihemed Riza Qasimî, (berpirsê Besîcê ragihandinê) çalakvanên mafên mirovan ê Sine ragihand: Bi sedema hindik berjewendiyên taybet, em nikarin navê wan kesane bibêjin, lê dema ku dozgeriyê ji me xwest emê wan radestî dadgehê bikin. Qasimî her wisa got: “Ew 4 kesane endamên Besîcê mediyayî ên Sine bûn.”
Ji aliyekî din ve du roj berya niha 5 kes ji nûçegihanên Besîcên medyayî ên hikûmeta Îran, ku bi gotina cîgirê fermandarê Sipaha Beytûlmuqedes(Hemze Felah), pişikdarê çalakiyên hember şerê nerm”qaşoyî şoriş” ê bûne , hatin xelat kirin.

Nûçegihaniya “Tesnîm” navê 2 Besîcên xelat kirî, Ferzad Newîdî û Omîd Behmenî ragihand, her wisa Îrna(malpera fermî a hikûmeta Îranê) navê yekek ji wan besîcanXebat Saidî, nûçegehaniya Ears jî ku ser bi Sipaha Pasdaran a Îranê ye navê du kesên dawî ji wan Besîcên xelat kirî, Keywan Qasimî û Rûnak Kenaniyan binav kir. Peyamnêr rojnameya Hemşehrî (Hemwelatî)ragihan ku ew 5 kesane Kurd in.

Çavkanyekî bo peyamnêrê Kurdpa eşkere kir ku 5 kesên nav birî birêveberê komek sayt û Vîblak ên taybet in ku di çarçoveya siyasetên Sipaha Pasdaran a Hikûmeta Îslamiya Îranê de, qaşoyî partiyên opozosyon ê wê hikûmetê kar dikin û malper û torên civakî ên wan partiyan kontrol dikin û piştre radestî hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê dikin.

Kesên han ku bi (Efserên şerê nerm û Besîcên medyayî) hatine binav kirin, bi gotina cîgirê fermanderê Sipaha Beytolmuqedes a kurdistanê, roleke berçav di şerê hember medyayên dijî şorişê di lîstin e.

Qaşoyî şoriş(zidî înqilab) di edebiyata siyasî a karbidstên hikûmeta Îslamiya Îranê de, bi partiyên Kurd ên opozosiyona wê hikûmetê re tê gotin.