Efsanê Bayezîdî, ji aliyê hêzên newlehiya şarê Bokanê de hate girtin

20:09 - 28 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: Efsanê Bayezîdî, keçe xwedekara Kurd, ji xelkêşarê bokan, ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê, hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Pêncşema borî, ajanên wizareta ewlehiyê li şarê bokan, Efsanê Bayezêdî, keçe xwendekara Kurd, ji xelkêşarê Bokanê, girtin.

Yekik ji nêzên malbata Bayezîdî, bi ajansa Kurdpa ragihand; Efsane, li zanîngeha Peyamê Nûra şarê Meraxê de, ji aliyê ajanên jin, yen hukûmeta islamî(Khaharan ê Zêyneb) de tûşî sivikatî pêkirê bibûû bi hegera ku pêştir hatibû girtin, ji aliyê khaharanê zeyneb de bêrêzî pê kiribûn û dije şoriş, an ziddê inghilab bang kiribûn, li sedem de tev wan kesan tûşî pirsgrêk bibû.

Wê serekaniyê ew jî got: Efsane, paşî hindê zivirîşarê bokanê, li mala xwede hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastinêû heya niha çi zanînik ser rewşa vê de çinine ku ev dibe cê nigeraniya ji ast derketiya malbata vêû kesên vê keçe xwendekara Kurd.

Ev keçe xwendekara Kurd, li 25ê Xezelwera sala 1392 te tev birayê xwe yê bi navêŞaho Bayezîdî, ji aliyê hêzên ewlehiyê de, li naw mala xwede, hate girtin, paşî 23 roj ragirtin li dezgeha ewlehiya şarê Bokan, bi danîna barmita 100,000,000 tûmenî, hatibû berdan.

Efsanê Bayezîdî, 28 salî, keça Ebûbekir, li nawerasta heyva Xakelêwa isal de bi tometa hevkarî tev yekik ji partiyên Kurdan, bi 2 sal hewsa ragirtî hate mehkûm kirin û birayê vê jî, bi 6 hev hewsa ragirtî, hate mehkûm kirin.

Li rojên borî de, Efsanê Bayezîdî, ji aliyêşaxa karên xwendekaran yê wizareta zanist de, ji zanîngeha Peyama Nûra şarê Bokanê, bi zanîngeha Peyamê Nûra Meraxê, hatibû dûrxistin.