Efsane Bayezidî 19 roje ku li girêva birsî bûnê deye

21:32 - 15 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: efsane Bayezîdî, keçe xwendekara Kurd ji xelkêşarê Bokan, ku ji aliyê senterên şminî de, nêzî 3 heyvane ku li rewşa hewê deye, girêva birîbûnê girtiye û rewşa tendurustiya vê aloz bûye.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şeva Yekşem, 23ê Xermanan, 14 September 2014 de, ku midê 19 rojane li girêva birsîbûnê deye, rewşa tendurustiya vê aloz bûye, jui aliyê hêzên şminî de, bi nexweşxana Bokanê hatiye raguhastin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Bokan, ragihand: hêzên êminî, bi nihênî, Efsane Bayezîdî raguhastiyê nexweşxanê kirine; lê efsane Bayezîdî ji xelkê de hatiye nas kirin û malbata vê agadar kirine û serweyî hindê ku kesên vê keçe xwendekara Kurd çone nexweşxanê; lê wan hêzan derfeta dîtina vê bi wan nedane.

\"22100.jpg\"
Efsane Bayezîdî
Serekaniyik agadar, ragihandiye: Efsane Bayezîdî, bi duxtorên xwe gotiye: midê 19 roje ku girêva birî bûnê deye; lê heya derfet nedane duxtoran ku sêrom bi vê bidin ûêwara roja Yekşem, ji aliyê hêzên eminiyê de bi nexweşxanê hatiye raguhastin.

Wê serekaniyê, ew jî ron kir ku, eşkere nine ku ew hêz ser bi kijan sentera êminiya şarê Bokan bûn, lê pêştir, ajansa Kurdpa weşandibû ku, Efsane Bayezîdî, li parastina ewlehiya sipaha pasdarana Bokanê de hewsiye.

Efsane Bayezîdî, li 5ê Pûşpera îsal de, li şarê Bokanê de hate girtin û heya niha jî bêyî dadgehî kirin, li senterên êminiyan de li vîşarî de di bin îşkencên psîkolojik û jêpirsînan deye.

Ev keçe xwendekara Kurd, li sala borî de jî hatibû girtin û paşî ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de, 2 sal hewsa ragirtî, jê re birîbûn û paşî jî bo domandina ders, ji zanîngeha peyama nûra Bokanê, bi zanîngeha peyama nûra şarê Meraxê, hatibû dûr xistin.